le zîndanewe

From the Book:
Agir û Jîle
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  583 views
asman wekû kelebêjing
awat ebarênê be çing
be çawî xeyał dûr «le deşt»
kiçan ebînim dên bo «geşt»
sewzegyaye, gułe, hozar
qaqaye tirîqey nazdar
yadî êwe hawřêyne
le baxî diłman şîrîne
***
nwênekem û qujbinî jûr
pencerey biçkolaney sûr
peremêzî dûkeławî
xulyay şêwaw û temawî
siławtan lê eken hemû
le êwe û le kêl û mirdû
le êwe û le girdî seywan
le gizing û le erxewan
***
jyanî min hawřêyne
wişke, bêtame, xemgîne
jyanim wek yek goranî
be şew hetakû beyanî
beyanîş ta şew dê û direng
ke hawřêkan ebin bêdeng
wek yek goranîye û bêtam
wek bestey yekêkî nefam
siław le êwe û le qełbez
le ezmiř û dîmenî řez
zîndan naxoşe teng û mat
gerçî «wiçane bo xebat»
bełam her nwêne û peřoy xwan
zincîrekem û nextê nan
hezar siław le xakekem
ke xomî bo wa lê ekem