sirûdî serkewtin

From the Book:
Agir û Jîle
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 8 minutes  1475 views
her ebû şořş berpa bêt. bełam be bîrma ne’ehat awa kutupiř û bem şêweye. emut şořş ebêt bełam xwên ebê laşe berêt.
řojî 1958/7/15 ke řojêk paş şořşî pîrozî cimhûrî ekat, çûm bo beẍda we le beyanîy řojî 7/16 le beẍda em honraweyem danawe le êstigey cimhûryetewe pêşkeşim kird.
ey melî wirdîley deng xoş
bom biłê awazêk becoş
awazêk bê hî xwên řiştin
neẍmey azadî û serkewtin
bestey germ wekû hetaw
hî hełpeřkêy kořî xwênaw
bestey gyan û dił hî derûn
şî’rî ewaney serkewtûn
şî’rê bê agirawî bê
wek çingî gel xwênawî bê
wek qînî dił coşî tya bê
yadî tał û xoşî tya bê
basî řojanî caran bê
hî tarîkayîy zîndan bê
ey bałdarî wirdîlane
řojêk bû em nîştimane
mezatxaney leş û gyan bû
bazařî ẍem û giryan bû
her qij bû, řeş, xurmayî, zerd
leser şan û milî bêgerd
be firmêskî ałî xwênîn
elka be gerdina ẍemgîn
çawenwařîy kiçołey şeng
eřjaye naw zîndanî teng
beşman darkarî bû, lêdan
mûçeman tif, cinêw pêdan
qamçî leser piştî zamdar
eyzîřan ba bimrê zordar
leber zîndanekana jin
beřîz her wekû mêgel bin
yasawłêk û tif û dar
eyhênane girye û hawar
«bezeyî le çawî duşmin»
«torabû wekû êstey min»
bo serdarî pareperest
bwaryan ne’edayn be bist
le řûmetî naskołey ał
le bergerdinî zerdî kał
le dem lîreyan dirust kird
xwên û şadî û aramyan bird
bizeyan le demî sawa
wirşe lenaw qijî xawa
xendey geşî xoşewîstî
zor şit ke duşminan wîstî
eyan dizî eyan miran
xewyan le pêłû etoran
lankeyan enaye deryay
xefetî jyan û sizay
qirme qirmî gulley lepiř
girmey bombay zemîn hełdiř
zor diłî kird be qurbanî
îsti’mar û nokeranî
ne be xwên, ne şitî degmen
ne saman û pîtî weten
têr xwardinyan bo nebû her
xwênmijitir bûn le canewer
sêberî sêdare û hî pet
leser řû,nexşêk bû xet xet
asmanîş her řengî lêł bû
estêreş lay min her wêł bû
guł lelam geşî tya nebû
her le gułî berdîn eçû
bełam emřo ke azadîn
înca ezanim çîye «jîn»
estêre wekû zîndû bin
lenaw asmanêka bêbin
yarî eken, ecrîwênin
cwantirîn dîmen enwênin
gułîş ełêy peřekanî
lêy nûsrawe _ kameranî _
caran xak be xwênaw ał bû
tamî jyanî gel tał bû
her ziřey zincîr bû ehat
zîndanêk bû yekser wiłat
xwênaw cogeley heł’ebest
kelepçe meçekî egest
le tarîkayîy zîndana
legeł zincîrî girana
ejyayn û diłman piř le qîn
bo řojêkî wa agirîn
demêk bîrî tołesendin
tawê xulyay xwênaw řiştin
ya satê beçawî xeyał
emandî nîştimanî ał
beheşte, cwane, řazawe
be guł be nîgar nexşawe
piře le xwardinî betam
awa bû ejyayn bo encam
nan tenya nan dawakirdin
tawanêk bû wek pyaw kuştin
xo basî serbestî û xoşî
ye’nî «lêdan ta bêhoşî»
daye gyan carêkyan cejin
cejnî qurban bû bełam min
lecyatî cejnêkî betam
hatin têr û piřyan lêdam
ke emanut ême kurdîn
her çak bû neyan ekuştîn
xo zorîşman wa lê kujra
zor lawî şeng xinkênra
dwênê bû ’îzzet qudsî gyan
xoşnaw û xeyrîy qareman
gerdinyan kirdin be peta
mirdin leřêgey mîlleta
ewane leser kurd kujran
leřêy gela xinkênran
bekir ey şehîdî şîrîn
ey řemzî hewł û nebezîn
lebîrme serit ke şeq bû
řengî sûr wekû şebeq bû
bîrme neyanhêşt bo dwa car
seyrêkit bikem ey nazdar
leser komełê řim, tifeng
diřindekan bêdeng bêdeng
birdyanî bo girdî seywan
qedeẍe bû hatin, giryan
kê girya bû nawî nûsra
zor jin û kiçîş bang kira
exterî qaremanî jin
şeweke! řûbeřûy mirdin
bangî ekird «her bijî kurd»
bo kurde emrîn gewre û wird
xwênî ke řijaye zewî
nûsî «duşmin her enewî»: _
duşmin sibeynê laşeket
wekû berazêk ekeyn pet
awa ewsa kurdiperwerî
lêy nûsra bû «nekey emrî!!»
***
minał leser singî germ
le baxî singêka nerim
legeł xurpeyeka wek mel
ekewte coşî pelepel
yan gulleyek bêbezeyî
eysimî kułmî pemeyî
emeyî! şîr û xwênî geş
emird demî sûr, çawî řeş
***
daye gyan megrî wek caran
îtir nambenewe zîndan
diłnya be duşminekem
min zincîrî le pê ekem
minim pêy ełêm zîndanit
dana bo hawnîştimanit
datna bo xwênmijînî gel
bo xwên nardin be pelepel
xwên..! bo kwê? bo şarî lenden
bo duşminekanî weten
to zîndanit dana û keçî
xot tya emrî be milkeçî
ger eşpirsî bo bem řenge
naxoş û tarîk û tenge
duşmin min pêt ełêm ke wa
xot bûy binçîneyt dana
xot bûy wa bot kirdîn kunbiř
leşt tyaya ekird winciř
qamçît lenawya epçiřan
gyanit tyaya da’eřzan
zor şew tancîy wezîre kon
etanut zûxawtan bixon
nan nîye be êwey bideyn
êmeş awatan lê ekeyn
detoş derdit bê, beşt bê
xwênî xot têkeł heşt bê
danîşe sergerdanane
koştan wek kasey giryane
dey zyatir, zyatir milkeç ken
ey xa’înekanî weten
dek her xotan be xotan bin
řewaye bem çeşne bimirin
řewaye awa pet kiran
bełê heq bû, winciřkiran
***
em kurdistane şîrîne
ke serçawey xoşî jîne
baxekanî gerdî xemî:
lê barî bû dołî çemî
xwênaw bû hajehaj tyaya
eřwê le deşt û çyaya
kurdistan asmanî şînî
baxî piř gułî řengînî
le demêkewe bû xefet
pyaya dabû perdey meynet
kurdistanî wekû beheşt
zordar kirdibûy be cêy geşt
hawînehewarî nazdar
bûbû be beheştî zordar
cwanîy siruşt û hî afret
le ’ezret azarî mîllet
jaka bû wek gułî payîz
ẍemgîn bû kurd, kurdî azîz
***
neyan’ehêşt termî pîroz
termekey şêx meḧmûy diłsoz
be serbestêwe binêjîn
ne ebû eşkîş biřêjîn
dujminî kurd be bêşermî
heta wekû leşî termî
dayewe ber gulle dîsan
be koç kirdiwêtîş qareman
leşî wek bêjing kun kun bû
xwênî demarî kurd hełçû
pelamarî dayewe û gyan
ewerî wek gełay xezan
***
kurdistanî nazdarî cwan
kurdistan xakî qareman
kurdistanî gilêney çem
kewtibuwe naw gerdawî xem
xwên ebarî le asmanî
esrîn eteqî wek kanî
kam awaze zor nyan bû
wekû şemałî beyan bû
kam neẍme becoş ya meng bû
kam goranî hî aheng bû
wişey agirî tołe û qîn
lenawyana her elerzîn
bû bûyn be pişko, be agir
êmey kurd, kurd, kurdî nemir
bem çeşne jyanî pêşû
agir bû, xem bû, cefa bû
lêdan bû, zîndan bû, kuştin
hawar bû, bang bû, xem çeştin
giryan bû, řořo, sing kutan
nirke bû, hewł bo jyan
bełam emřo wa azadî
kirdî be aheng û şadî
kurdistan bûkî neşmîle
hatote derê le jîle
kotî dîlêtîman yekser
piçřan, neyma ełqe û cemser
xawenî koşkî xwênawî
ezanim ciger biřawî
cigergoşeket gwêt lêye
laşekey şwênî jêr pêye
kurdî çeşey siza çeştin
peroşe bo tołesendin
ey kiçanî bira kujraw
daykanî kuř le dar diraw
ey tîke «lê» fiřênraw
ey leşkirî giř û xwênaw
ew wişeyey ke tezî bû
wişeyek bo serberzî bû
wişeyek leser gułî dem
bûbû be terze letaw xem
ba wek guł beser jyana
legeł bestey kołnedana
bîbarênîne naw baxê
piřî bû le çeşne daxê
guł xunçekanî jaka bûn
guł bûn û le çiqił eçûn
***
kelepçeman pisan dujmin
petit nagatewe gerdin
emřo cejne hî azadî
bo kurd û ’ereb be şadî
***
emřo beyan tîşkî ałtûn
day le dicley şîrînî řûn
tank wekû hêzêkî zîndû
be berdimma ke têpeř bû
sałî parim bîr kewtewe
yadî řaburdûm xwardewe
emcareyan serbazekan
řû mon nebûn wekû caran
birîskey řencyan leser řû
piř bû le şewq û arezû
witim bijî birayetî
xoş bê xoşewîstîy petî