dyarîy newroz

gelê çîy wîst pêy ega
From the Book:
Agir û Jîle
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 2 minutes  661 views
bo řojî newroz sê çepik
le nêrgis û gułî nask
ekem be dyarîyekî cwan
bo gelî kurdî qareman
«gułałe sûrey parçey dił»
«hî diłêk ke kewte jêr gił»
diłî ew lawey bo mîllet
ceřanyan le gerdinya pet
çiray gyanyan kujanewe
şemał cestey şekanewe
em çepke gułey min pêşkeş
bewey «giř» egrête baweş
bew lawaney ke bo weten
le xebata pişû naden
«bo jînî kurd bûn be pêşeng»
bûn be meşxełî şewezeng
***
nêrgisî deştî hîway jin
ke bo řojê tê’ekoşin
cergyan beser diřka neden
egrîce deskene neken
řojêk bê korpeley řûxoş
_ zordar_ neyfiřênê le koş
em çepke nêrgisey jyan
pêşkeş be to bê daye gyan
be to û bew jinaney dujmin
kuře gencekanî kuştin
***
gułe zerdî kułmî hejar
ke «werîwe» be qamçî û dar
pêşkeş bê be hawřêy pałe
bewey jyanî la tałe
be hejaranî şar û dê
be bê kesanî sere řê
***
em gułane em sê çepke
ke peřeyan teř, naske
le yek deşta, yek çîmena
lenaw derûnî wetena
her le yek cogeley yek şwên
mijîwyane diłopî xwên
***
dway pêşkeş kirdinî dyarîm
ełêm «bê şik» kurdewarîm
ey newrozî hezar sałe
lêy hełdêt şebeqêk ałe