mîwey nazdar

From the Book:
Dyarî
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 1 minutes  761 views
kat beyanî... pirşingî kał
perşî gonay gułałey ał
kuřî şox û şengî pêst řeş
çepkêk guł egrête baweş
dêt bo lay yarî nazenîn
dway sikała û řazî şîrîn
bełên ebestin – beyanî –
bênewe, bo bax û kanî
lewê legeł cirîweda
têr têr lew çem û şîweda
goranîy xoş biłên hî xoş
be badey dił bibin serxoş!
beyanî wek dwênê herdû
řûyan kirde ser kanî, zû
şacwanî řeştałey nazdar
kirasî mor, birîskedar
wek gułe qeyfeyekî teř
hat berew aw, sêberî keř
yar lewê bû.. bełam leser!!
dirextêkî ziřî, bê ber!!
wekû mîweyek serewxiwar
hełwasra bû... laşey yar
şwênêk bûbêt, be peristige
bo dolarî xawen «karge»
tya bê nirxe gyanî hejar
betaybetî «qulî» nazdar!