giryanî xoş

From the Book:
Dyarî
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 2 minutes  752 views
katê zerdepeřî şîrîn
etwayewe naw gomî şîn
perîzadey diłî geşim
«xway cwanîm».. hate baweşim
le perçemî xoretawî
le dest û pencey xenawî
le şepolî nîgay nerim
le demî piř tasey germ
îlhamî diłdarî û cwanîm
bestey xoşî û kameranîm
emjî û le naw derûnî meng
ebû be goranî û aheng
hemû çirokanî derûn
bûn be gułî zerd wek ałtûn
katê qirçey hetawî sûr
eyhênamewe le řêy dûr
gułî diłdarîm hełwerî
ke dîm nazenînim egrî
tik tik diłopî esrînim
řija le çawî ẍemgînim
yar û telarêk û giryan
diłdarî û nasorî û jyan
dway dû sê sał temawî
şewî mat û giryanawî
kiçêkim dî, nîgarî cwan
wek nazenîn, perîy asman
ew řuwe, ew deme geşe
ew çawe, ew biro řeşe
her wek nexşî řûy nazenîn
wird û nask, cwan û şîrîn
dîsan giryam, nextê bekuł
řamçenanewe perîy dił
dway ḧewt sałî azarawî
şewî matem û xemawî
çûme ser termî yarekem
bûkî nakam, diłdarekem
dame tawî henisk beguř
egryam wek minał bexuř
têrtêr giryam le ser termî
şînêkim gêřa begermî
oxey ke diłim têr girya
bekuł, becoş, be’aşkira
ey firmêskî diłî bêhoş
bom bigêře giryanî xoş