řûbeřûy mirdin

le sałî 1936da le katêka ke «lorka»y bwêjî here gewrey «îspanya»yan bird bo kuştin «destiřêj». entunîw maxadoy bwêjî gewrey «îspanya» ke le nefî bû em honraweyey bo wit!
From the Book:
Dyarî
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 2 minutes  853 views
serincimanda, eřoy bêdeng
lem law lew layewe... tifeng
berew deştî piř şine şin
lejêr perdey estêreçin
lewê, nizîk asoy řûnak
kujra be tifengî... napak
çawyan lêkna pyawkujekan
milyan keç, seryan danewan
zatyan nebû têy binwařn
serinc ben le çawî, gerdin
bedem nwêjewe wirteyan
be perdey gwêy jînî geyan
– taze řizgarit naka xwaş –
– taze řizgarit naka xwaş –
***
řûmet xwênawîy gulley řeş
perasûyan girte baweş
mird û tawanêkî giran
řûy da le şarî besziman
besziman... «ẍirnateNamed-Entity»y şîrîn
zor besezmane... eyzanîn!!
***
dîman eřoy legeł merga
«wire» mełas lenaw cerga
netirsa le dasî mirdin
le zebrî betînî kuştin
***
řoj le telarewe... desga
çekuş beguř xoy pya’eda
dengî besamî lê ehat
lorkaNamed-Entity–ş, le řêy merg û xebat
legeł mirdina... edwa
gwêy lêbû... dengî heł’esa
«hawřê hemûy her dwênê bû
şemał xoy le dirext esû
gełay darxurma eyçirpan
bû be terze bestekeman
be dasêkî tîjî zîwîn
des û pêy pejare – peřîn»
bem core – beste ełêm min
bo ew leşey birdî mirdin
bo ew bejney hîy to nebû
hîy gel bû ey biray zîndû
bo ew qijey perşî řuwe
bo lêwî ał ke nûstuwe
bo ew demey lemewpêş dem
eymjî... xoşewîstekem
çend xoşe min êste... tenya
legełta bûmaye... bira
ey gyanî «ẍirnateNamed-Entity»y azîz
bîrman naçêtewe hergîz
***
dîmanin, win ebûn le çaw
bo naw şepolî xoretaw
hawřêyne: lenaw berda
le xewî geş û bêgerda
qûł... le koşkêkî řeng ała
lenaw berda... le xeyała
lejêr kanîya... qułequł
ke awî řûn, egrî be kuł
gořêk hełkenin bo şa’îr
bo «lorkaNamed-Entity»... bo gyanî nemir
awî kanîy egrî bexuř
ta ebed ełê û diłî piř
«le ẍirnateNamed-Entity curmî giran
wek dirinc hestaye serpêyan!»