peşîmanî

From the Book:
Dyarî
By:
Kameran Mukri (1929-1986)
 2 minutes  1064 views
witim! be gułî payîzî werîw
be xunçey wirdî naw şepolî şîw
bew mele cwaney ta melabangidan
bo ’etrî řûy guł eyka be giryan
demew beyanî xew be bêdengî
eřjête çawî, naw diłî tengî
ke dête naw çem, tîşkî xoretaw
ewsa, heł’esê demew çêştengaw
ne ’etrî şewnim, ne pirşingî guł
lesay tûtřika, egrî zor bekuł
witim...! bew tîşkey beyanî zûzû
hełdê le asoy řûnakî sûr bû
lepiř hewrêkî bêbezeyîy tał
eypoşê tałîy tîşkî sûrî kał
witim! be şewbo ke mat mat le doł
negeşayewe kej bû be sehoł
witim: «pirşingî nîgay germ û xoş»
«bizey demî to gyane feramoş»
feramoş yadî şîrînî caran
nawim siřîwe, lay xway diłdaran
keçî le çawî kil ne dîwewe
le diłî nermî hełfiřîwewe
hemîsan tase řijaye derûn
dû diłop eşkim wek qetrey ałtûn
germ û ał leser řûy min, qetîs man
bo hatîtewe ey kiçołey cwan?!
wek diłimit řencan, bo dîsan bize
hełka çirakey, em diłe kize?
witî: ey yarî nazdarî gyanim
tû bî, em diłe û xurpe û giryanim
bibûre saman minî firîw da
minî be nextêk ałtûn û zîw da!
damî be koşk û be telarî xem
asmanî şadîy girtim be matem
min peşîmanim bibûre ey yar
diłim meşkêne to diłî diłdar
«dîsan tewjimî diłdarî be coş»
«wek korpey nazdar diłmî girte koş».