ey dił ey derûn wextî giryane

şîwenî serdarî nemir
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  396 views
ey dił ey derûn wextî giryane
ey çaw ca norey eşk barane
ey kurdî kiłoł gelî çareřeş
êstake demî sya poşane
***
bo şořeswarî kurd û kurdistan
bo qaremanî berde qareman
le řojhełat û řoj’awa dyare
hełmet û tawî wek neřeşêran
***
ay çon kurdistan be koçit serdar
bêkes mayewe ledes řojgar
ałay pêçawey gelî bêçaret
nek le nîwey dar, kewtote bin dar
***
lenaw çyakan le çoł û le der
le xwar û le jûr lemser û lewser
eziringêtewe heta hetaye
dengî ne’retet «alilh akbirArabic»
***
xot û lawanî netirs le mirdin
ew hêrşaney birdite ser dujmin
her hełmet dan û her kołnedan bu
ta řeg û řîşey derhênra lebin
***
ey newey pakî eḧmedî kakî
ey pałewanî çust û çalakî
kirdewey berz û cengawerîy to
bû be meşxełêk bo řêy řûnakî