ewa awa bû řojî min îtir jînim le dinya çî

řojî awa
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  379 views
ewa awa bû řojî min îtir jînim le dinya çî
le hatuço û le gyan û le nałey subiḧ û şamim çî?
ke kirdim dîqqetî ebroy keman û tîrî ḧazir bû
be tîrê sînemî kun kird le aman û dexîlim çî
***
ewa kûştûmî ew mawe keçî pêşim ełê eble
ewa řoyîm leber çawit lepaş min ’eyş û noşt çî
ke to kûştûmit qed ’er ’er we xwênim taqe maçêke
bide bibřêtewe axir mełê hewł û koşişt bo çî
***
şehîdim min kesasim min, kesasim min le dinyay řûn berîm înca
ke min kujrawî yarim bim le cewabî řeqîbim çî
ewa bextim ḧewałet kird meded ya «eḧmedî kakî»
segî ber qapî to bim le çûnî le çûnî lay tebîbim çî
***
were qabîz bikêşe řoḧî eḧmedPen name ba necatî bê?
le řojê sed keřet kuştin le to zyatir penahim çî