ewa qabiz leser serme xuda damanî kê bigirim

lałanewe
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  335 views
ewa qabîz leser serme xuda damanî kê bigirim?
lebo dermanî derdî xom der û damanî kê bigirim
çi řahêke necatim bê le des bextim xudawenda
ewende min ke bedbextim qebaḧet xwanî kê bigirim?
syahî bextî min wełła le erz û asman dyare
le kê kem řû? be kê biłêm zû derdî dukanî kê bigirim!?
weger min ’eşqibazî kem netîcey nayete destim
we ya terkî cîhanîş kem le dest fincanî kê bigirim
ecel: hatin be dest toye, le des naye be ’eqłî kes
kesê lem şare şik nabem biřom şaranî kê bigirim!?
le byaban û le kohanda wekû mucnûn û ferhade
netîcey nayete axir mutî’ û firmanî kê bigirim!?
le deştî bêkesîda min serim sûř mawe yařebî
řuwew qapît leser singim ser û samanî kê bigirim!?