etirsim ey felek bimirim le çerxî to negem carê

bo şoxêkî taze
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  821 views
etirsim ey felek bimirim le çerxî to negem carê
biřêjî xwênî naḧeqim be pencey wesletî yarê
desa řûyekî řoj derxe le tarîkî necatim de...
pizîşkim kêye sa tuxwa heta mawim bike çarê
etirsim axrî bimirim le ḧesret lêwî ew şoxe
lecêyek bimgirê mirdin nebê hîç yar û eẍyarê
be řeḧim û lutif û îḧsanit řeham ke lem xem û derde
le deştî meḧşera takû ne’ałêm lêt wekû marê
be şertî řûyekim têkey, be xencer ger serim bibiřn
nekem hîç nałe û ofê bełên bê neşkem hawarê
le sayey eşkewe yaran şukur řûsûrî dinya bûm
be kamî min nebû dinya le taw ’eşqî bebê yarê
etirsim ey xwa bimirim «berî» yişim key leher dû la
le dest çû yareket eḧmedPen name etû keşkoł û hemdarê