werne seyrî ’eyş û noşim fewtî şînim hatewe

geřanewe
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  503 views
werne seyrî ’eyş û noşim fewtî şînim hatewe
wa behar hat wextî xunçe û guł geşînim hatewe
ew qesabey hatbû bo serbiřîn û kuştinim
sed şikur řûy wergeřan lêm fesłî jînim hatewe
zor demêk bû dił birînar bê dewa bû derdekem
merhemî cêy zexme kat û serbirînim hatewe
herwekû befrî ber agir wa ẍemî min twayewe
qułpî giryanim nema wa pêkenîm hatewe
min be tenhayî zemanê dad û bêdadim ekird
bo necat danim le ḧesret hemserînim hatewe
bergî qehirim lê cya bû, cejnime ḧemdî xuda
řoy zemanî mîḧnet û cewr şahî çînim hatewe
ya bexêr bê ser dû çawim her bexêr bê ya řebî
sed le małî ew řeqîbey dił bekînim hatewe
mijde bê eḧmedPen name ewa to çûytewe řêzî jyan
wek gelawêjî beyanî şewq û tînim hatewe