lepiř tarîkî kird çawim witim yaran çi qewmawe

şînî bêxud
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 2 minutes  577 views
lepiř tarîkî kird çawim, witim: yaran çi qewmawe
mełên! řaste ke gerdûn bêxudNamed-Entityy berzî le gił nawe
bełê emrîn hemû emma kitupiř mergî bê aman
şitêkî wa biqewmênê le hîç qewmê neqewmawe
dirêẍ bo şewçiray berzî be tîşkî komełê adab
dirêẍ bo kołekey dîn heykelî îman ke řûxawe
be koçit nate gił şêwey piř’ahengî teřî şî’irit
be koçit şî’ir kewtote te’zê, cergî sutawe
lewe diłgîr nebî bêxud wecaxt kwêre bê řołey
hezaran şî’rî wek duřî hetîwit paş becêmawe
çi şî’rêk piř le neẍmey dawdî û awazî piř mosîqa
xiroş û coş û neş’ey xiste cestey zuşt û zîbawe
biřo bêxud be xuddarî berew dergahî yezdanî
gumanî tya nîye dergay beheştit bo tirazawe
leser řêgaketa arayşe qews û qezeḧ wek «taq»
berew pîrit perî û ẍîlmanî cennet çokî dadawe
leser her çił le dem her guł çi qumrî û xunçeyek dyare
be şî’rî piř le neş’ey to dexwênît û demî dawe
le dû dunya ke wa hî ton jyanî xot û dwařojit
serî berizit leme dunya, lewîşt piştî komawe
jyanê piř le xoşî bê û le naxoşî ke dîwte xot biłê bêxud
ewey fermûyetî yezdan le çarey xote nûsrawe
beqed řêzey gełay payîz beqed hewrî beharî sûr
ewa çepkêke zerd û sûr leser giłkote damnawe
ẍerîbim dûr le komełtim le řojî çilhemî mergit
bełam dił her lelatane nîşaney çawî piř awe