gewherî taqaney ya zawenî text û ’elem

pênc xiştekî leser ẍezełêkî «kurdî»
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 2 minutes  441 views
gewherî taqaney, ya zawenî text û ’elem
ya nimûney cwanî cwanît, ya bitî yaxu senem
yaxu mangî çwardemînî, bo semawatî ḧerem
«ḧorî řewzey cenanî, ya gułî bagî îrem
am nicum al’irş am şims ’ilî fuq al’ilimArabic»
pêm witî: nemxeyte dawî tawî egrîce û birot
xistimit ta bûme koyle û pasewanî derge bot
gwêt nedamê bêwefa, nek her teret kirdim le xot
«axrî kuştit be hîcran askekey dermałî xot
kim nidît balinda’ la tiqtilî sîd alḧirimArabic»
ay ke lêt pařamewe, ey gyanî şîrînim nekey
min ke perwaney serî tom bê perwa bałim nekey
bê peř û bałit ke kirdim ḧeq nebû wam lê bikey
«kuştimit emma lepaşa peşîmanî debey
ya ḧibîbî bi’d qitlî la ḧisul fî alindimArabic»
ew kesaney serzeniştî min biken zor nakesin
çunke pêkirawî ewîn û dił birînarim emin
ba bikujrêm min le řêta milkeç û şadim ke: min
«kuştin û ’efut le lay min her duyan her wek yekin
lu timnî tirḧimî lu tidfinî ’în alkirimArabic»
kuştimit eş lêy řeqîb û dujminim şad kird becêy
xo ełê pêş kuştinîş kospî tirim xistote řêy
gyanî wêłim pêm ełêt ger bêt û bew yaret biłêy
«ger weku ’îsa lepaş mirdin be serma řaburêy
ticim’ al’izim alirḧîm tiḧînî bi’d ali’dimArabic»
min witim: to gîrodey ew çawe cwananem bikey
ya xu sîney kun kunî ew tîrî mujganim bikey
ne’.. bełam etwanî çarey em hemû janem bikey
«wek tebîb ger bê û ’îlacî em birînanem bikey
a’tîk alruḧ lan tiqtilh ’in ḧiq alqidimArabic»
wa le kuncî ezleta kewtûm û des bestey wefam
dûr le xoşî û xoşewîstî diłişkaw û nabekam
lêt ebûrim gyanekem nałêm were bolam bełam
«sed kemeḧzûn û nexoşim nameket ger bête lam
yitdifi’ ḧiznî wila yibqî min alqilb alimArabic»
geh nexoş û geh melûl û geh birînarim xwa
xom ełêm: her mirdine lem jîne tałem kareha
wa legeł toda ełêm kurdîNamed-Entity witûme careha
«şerḧî derdî hîcrî kurdîNamed-Entity qet nehate întîha
timit alqirtas, zif aliḧbir, wanişq alqilimArabic»