simêł babiř
From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
1 minutes
828 views
sałî 1952 le meyxaneyekî beẍdaLocation şewane be çarege dînarêk ḧîsabî areqî firoşrawim denûsî û bew karemyan degut bîlmanî. degeł miḧemed ḧesenî řeşadî çayçî le jûrêkda dejyayn, řojêkî heynî ke wiçanî herdûkman bû, bew şî’re xeberim kirdewe:
ḧeme heste lexew bimbîne emřo
zigî birsîm belirfe û tîne emřo
diłim toqîwe bo dû şîş feşafîş
biřo bîhêne bezmî jîne emřo
simêłî babiřit derxe le lêfe
simêłit zerd, lutit şîne emřo
le bîlmanî şewêwe min xewałûm
xumarî toş, serit sengîne emřo
mełê aw kwanê? cîran çûne bazař
helî çawiştin û řîş taşîne emřo
wiçane û çayxane û çûne cade
mela şukur û ’eladîn dîne emřo