ger çî xwênim hate xwarê min be dest û penceta

xoşewîstî
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  424 views
ger çî xwênim hate xwarê min be dest û penceta
bû be mey bo badenoşan şew le bezim û ’uşrete
sed ke dujmin xoş ekey pêm sûk û sergerdanim ekey
hem xełate û hem berate hem ’eceb û hem ḧesrete
ya nemabê guł nemabê wextime fesłî behar
her wekû bulbul xerîkim meqsedim ew xałete
nek biłêm małî řeqîbî takû řoḧ lêm cya ebê
wêlî dinya bim muḧeqeq bo hîway ew kułmete
min be tîrêkî ke kujram cêgekey tîrawîye
îke çon min dest heł’egirim dił ke şerḧe şerḧete
goşt ke birja bû be biryan tadîte ḧałî berûy
çen hezar luqman tebîb bê çare kirdin zeḧmete
esłî luqmanim kesêke derdekey bexşîwe pêm
ewey bo tawî derûnmida ebo em zîllete
qet meken lomem řefîqan eḧmedPen namee kujrawî ’eşq
deste ejno wa leser çok çaweřwanî řeḧmete