beşî sêhem

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  603 views

namîlkeyekim le şam çapkird benawî «beytî seremeř û lasayî seg û mangeşew» degeł çapxaneyekda nardim bo partî dîmukiratî kurdistan û le musiłLocation kewtine ber çinguřkî şurtey nurî se’îdPerson û be xiřu piřî lenaw biran tenya çil nusxeyek ke xom gilim dabûnewe lew namîlke biławbûnewe. wam be baş zanî beytî seremeřeke degeł hêndêk le berhemekanî sałanî ber le çil û heştîşa bo nimûney honrawey ew serdemem nîşanî xwêndewaranî kurdî bidem. ewî şyawî base, cya le «ałekokNamed-Entity» ke sovyat le tewrêzLocation boyan çap kirdim nizîkey dû hezar beytêkim be çap nekirawî lew naweda mayewe û destim pê řanagen û nazanim mawin yan sûtawin û lenaw birawin. be humêdim řojêk dest kewnewe û řûnakî bibînin.