firmêskî hetîw

le «perwîn a’tisamî» yewe
From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  558 views
řojê be kûçeyekda deřoyî padşayek
le her kołan û banêk bû behera û qirîwe
pirsî hetîwê bê kes çîye deda tiruske
letacî padşada? cwanî weham nedîwe
kesê weramî dawe: lekwêy denasîn ême?
hêndey heye be pûłî zor û firey kiřîwe
pîrêjnêkî bêkes gutî: emin dezanim
firmêskî çawî ême û xwênî diłî hetîwe
be berg û çêwî şwanî ême firîwdirawîn
gurge le pêstî meřda, hezar zigî diřîwe
ew şêxî gund û espî kiřîwe řêgrêke
gedaye şa ke małî miskênekey biřîwe
le duřřî tacî paşa dîqet bikey dezanî
firmêskî dane daney hetîwe hełwerîwe
hejarPen name le pendî bê sûd çite degeł nezanan
nazanî êste naheq pirzey heqî biřîwe