tûtîy keçeł

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  673 views
tûtîyekî hebû wirde firoşêk
çilon pîtołêk? çon qise xoşêk?
leber gepcařî û gałtey ew mele
kiřyar komeł û kabra be pele
řêy destî nebû serî buxrênê
diraw bistênê û firoşraw bênê
řojê mam derwêş çû bo mizgewt
gurpeyek řêgey le dûkan kewt
kełpî çîř kirdin le tûtî xwardin
tûtî řapeřî bo xo weşardin
baz le pişîle û le tûtî fiře
řijaye seryek şatał û şiře
şûşe řon badam dakewt û pija
řon badam beser girar da řija
xawen hatewe ser małî wêran
pel û pilarî dawêşt wek kwêran
çepokêkî da leserî tûtî
tûkî lê werî û ser, ma beřûtî
mat û kiř wikip demî pêkada
komay kiřyarîş le kabray lada
ehatin ta gwê le qisey xoş bigirin
êsta boçyane derwêşî wirgin
xêw ke tûşî hat bazařî kesad
pejîwan bibû kewte xudadad
depařayewe benałe û řořo
bełku mel dîsan bête giftugo
hîç behrey nema nizay zimanî
naçar gayekî kirde qurbanî
benaw bajêřda geřa û bangî hêşt:
herkes hejare babête ser çêşt
kobowe gelêk tenbeł û řûteł
tûtîyekî dît weku xoy keçeł
bangî kird xało kê lêy day be mişt
toş dyare wek min řon badamit řişt
tûtî kewtewe witar wek caran
emeş bû be pend le cergey yaran:
herbîr le xoye herkes daxêwê
le henbaney xoy gwêzan depêwê