le beharî nehatû

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  528 views
lawe domêk bû mêrdî dûjne
yek nawî: narê, ewîtir: şine
zistan bû, deygut: emsał beharê
dû kewan degirim bo şine û narê
bû be şeřejin leser kewî nêr
ew deygut bo min em eyut nexêr
yektiryan şêla be pêleqe û pê
hawaryan dekird zar û zîçî dê:
ne behar heye û ne kew gîrawe
qijî domejin giştî řinawe!
zor lawe kurdîş wek jinî lawe
şeřyane û hêşta kew be çyawe