ke řoj awa bû şew hat beserda

le şewa (le nûsînêkî mamosta «a a» wergîrawe)
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 2 minutes  693 views
ke řoj awa bû şew hat beserda
hemû gyanleber le şar û derda
le paş mandiwêtîy teqelay jyan
eḧesêtewe be xewtinî gyan
her şewe gułan be destemoyî
řoj ekatewe bo serbexoyî
be şiney fênkî nesîmî beyan
ebûjêtewe xunçe û gełayan
ême ke çawman be tarîkeşew
hemû eřêjê be kilçokî xew
gelê diłanî pir xurpe û xeter
heye be wêney cê demî neşter
legeł lêdana heł’equłê wek aw
xwênawî geş û ḧesret û zûxaw
gelê çawanî piř firmêskîş hen
awî nemamî diłdarî eden
gelêk mêşkî têgeyştiwan
nwê ekenewe řaburdûy zeman
çen law û cwanan be eşkî xwênîn
be pirçî peşêw be diłî ẍemgîn
le pewřû kewtûn lebin pasaran
lejêr çepokî mergî bê eman...
yek deqîqe xew naçête çawyan
her etlênewe ta berî beyan...
çen hezar law û nazenînîş hen
lejêr dûbałî şewa bê miḧen...
legeł diłdarî des le gerdina
lenaw gułzarî xoşewîstina
xerîkin bekuł be xunçe çinîn
be bijarî xar dem be pêkenîn
lew deme demî wa be sînî şew
ke ême çawman çote şîrîn xew
be xwênî pakî ałî şehîdan
damanî aso řeng eka beyan
gelê gîrodey zincîr û zîndan
hemû wek şêr û beçkeyî şêran
bo řêy serbestî û berzî wiłatyan
ew bend û kote xełate layan
be cûtê bałî piř tîn û tawî
le hêzî lawîy... dirustikirawî
le tarî û lêłî asmanî jîna
bêbak û perwa wan le fiřîna
carcar le dengî nałey hejaran
le sozî girye û şînî damawan
le êşî zamî diłbirînaran
le lawanewey sûtawicgeran
dête lere û lerz gerdûn be yek car
exrête ser pişt qapî kirdigar
her şewe û perdey pîşey řojgar
ke gizing derkewt şew kewte fîrar
pîşey azar û bêşkey diłdarî
yałła ser lenwê bo kirêkarî