fîday yarêk bim qedirzanim bêt

tesbîḧî ’eşq
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 7 minutes  951 views
fîday yarêk bim qedirzanim bêt
hawdem wihawxem, haw giryanim bêt
yar ew yareye bizanê derdim
le êş û nêş û, le ahî serdim
nek min bewêney mecnûn ledûy leyl
ew beyekê tir bida xulq û meyl
ya min bewêney ferhadî hejar
ew le layê tir bigrê dost û yar
ya min wek bulbul, peroş bo řûy guł
ew her xunçe bê nepşikiwê bo dił
min diłteng û mat sersam û ḧeyran
ew bêbak û xem diłşad û xendan
dêwane’asa min tey kem kêwan
ewîş bewêney sewłî xeraman
min ser heta pa bergî řeş û şîn
ew surmepoş û destupê řengîn
min wekû yusif gîrodey zîndan
ew wek ahûy sûk tey ka nizaran
min bê xew û xor lawaz û řeng zerd
ew bê xem û gerd, wek mînay bêgerd
min wek qelender beřûy seḧrawe
ew textinşîn beser dinyawe
min cerg birjaw bewêney kebab
ewîş diłxoş bê û binoşê şeřab
xozge bew kesey yarî çakî bê
xwa begjya çê eger bakî bê
dax bo ew keseş yarî bedkar bê
herdem bo tîrê diłbirînar bê
şerit ew şerteye yar ew yareye
kirdewey be dił ew diłdareye
ger min paşa bim ew tacî ser bê
eger gedaş bim... ewîş hemser bê
ew wêney leyl bê meşhûrî dewran
minîş wek mecnûn wêłî byaban
ew wêney şîrîn diłbestey ferhad
minîş kuhken ba bişbim naşad
ew wêney şewnim be dem gułewe
minîş wek bulbul beser çiłewe
ew wêney sêwî beser darewe
minîş baxewan lelay xwarewe
ew wêney nêrgiz cwan û taze û teř
minîş kiřyarî be xwênî ciger
ew bewêney mang beřûy semawe
minîş wek melê beřûy hewawe
***
qurbanî yarêk, gyan û ser û mał
xawen lutif bê diłsoz zan ḧał
qurbanî yarêk dinya û dîn hemû
dił’azar nebê xoşsuḧbet û xû
şemał wek qasd bişnê beřûy naz
du’a û selamim bere bo diłxiwaz
pêy biłê be leyl be çawî giryan
wa mecnûn řêy girt berew byaban
pêy biłê be leyl tu zatî bêçûn
wa mecnûn řoyî xemnak û meḧzûn
řeḧmê beḧałî wêranmałim ka
tozê lutfî bê pirsey ḧałim ka
ḧałim şêwawe û giryane karim
nemawe twana û sebir û qerarim
nesîm pêy biłê bew bêwefaye
bew gyan bexşey min kirdey ’îsaye
ger ezyet nîye satê bête lam
ta sikałay kem diłey piř le zam
çunke be nûsîn nayete qełem
eger řûy zemîn gişt be qaqez kem
***
danîşêt qedrî be kemałewe
ew be pêkenîn min be nałewe
şerḧî ḧi’ałim kem eweł ta axir
pêy biłêm yarî le gyan şîrîntir
tik tik xwên etkê le dił û ciger
wik cêge zexmî neşter û xencer
şew ta beyanî derd û fîraqit
beyanîş ta şew be iştyaqit
ne řojim řoje ne şewm şewe
ne xorim xore ne xewm xewe
nwêj û teqway min giryan û şîne
be corêk řizî derûn û sîne
satêk nebû tya neřêjim firmêsk
leş neçrîkênê heta mox û êsk
bê řûy to bexwa dilim piř xeme
dinyay řûnakim leberçaw teme
’alem xerîkî geşt û seyranin
hemû diłxoş û şad û xendanin
minîş seyrangam berdergay toye
hoş û xeyałim nêw nîgay toye
wek bawik mirdû sertapa řeşpoş
wekû řojuwan bê xurd û bê noş
le kesukar û qewmanim bêzar
her nawî toye le dił leser zar
epirsin ḧałim eme ḧałme
eḧwałî cergî wek zûxałme
tuxwa ey yarî şox û cwanbext
tîmar ke zamî piř nasorîy sext
ya be dû biroy wekû kewanit
bîde le cergim tîrî mujganit
bimkuje tuxwa cwanemergim ke
ya řeḧmê be swêy zamî cergim ke
eger emkujî ba řizgarim bê
axrî jîn û karubarim bê
ya be wesłî xot bimke şadman
ba bibřêtewe şîwen û giryan
***
eger be wesłî xot bimkey xorsend
şerte nexwazim cennet le xwawend
ger bişim kujê her minetbarim
çunke namênê azar û zarim
yaran ke wextê mirdim ya kujram
yasînim xwênra û be xak sipêrram
pêy biłên be yar her sałê carê
be lama biřwa wekû řêbwarê
takû bizanê le gořî tarim
hêşta her mawe nałe û azarim
bełkû gwêy lê bê nałey ḧezînim
nextê danîşê lejûr serînim
xwa řeḧim bika řeḧmî bête dił
dû diłop firmêsk biřêjê bekuł
ew dû firmêske wek awî ḧeyat
zîndûm katewe dwa řojî memat
***
be çwarde sałîy bêmewe dinya
bibînmewe têr bałakey leyla
ewsa nemzanî ’ezabî qebir
xoştire yaxud diłdarî û sebir
etirsim bimirim dûr le yarekem
wişkayî neyet eşk û zarekem
etirsim bimirim dił be daxewe
ew gułe eçnim lenaw baxewe
etirsim bimirim le deşt û le der
yarim nezanê hewał û xeber
etirsim bimirim kes nezanê ḧał
le kêwan bimxon teyr û qel û dał
etirsim bimirim şad nebim be yar
bibme xorakî mişk û mûr û mar
etirsim bimirim bê we’iz û telqîn
bê xizim û bê xwêş bê giryan û şîn
etirsim bimirim le fîraqî leyl
be ḧałim bigrîy estêrey sîweyl
eger le weten yaran min mirdim
xwa diłişkaw û naşadî kirdim
leser dû řêgey girdekey seywan
gořim hełkenin tu bî tu qur’an
bełkû dulberim bêt bo serqebran
be lama biřwa bêtewe ber gyan
herwek nemamêk ser bênme der
bibme darêkî sewz û piř semer
temennam le to waye xwaye
lepaş koçkirdin lem ser dinyaye
bimkey be melê bêmewe dinya
hêlane bikem le yanî leyla
yaxud bimkeye çiłêk řêḧane
yar şetiłim bika bew pence cwane
pêbgem bonxoş bim ewîş bonim ka
ya be pilpiley dewrî serîm ka
yaxud hezar sał lepaş mirdinim
lepaş ḧisabî qebir kirdinim
bimkey be melêk bêmewe dinya
hełnîşim leser giłkokey leyla
yaxud bimkeye dû diłop baran
bême xwarewe leřûy asman
***
tik tik le asman bême xwarewe
bibarêm beser gořî yarewe
xozge ke eřzî êskim le qebra
ekewte ser ’erz eyfiřan huma
berbiwaye be dem teyrî humawe
egîrsa beser gořî leylawe
xwaye hetakû felek saqîye
pênc û dû řojê ’umirim baqîye
camîk binoşim le destî dulber
bew came mest bim ta řojî meḧşer
xwaye be ḧeqî încîl û qur’an
be pêẍemberî şay enbyayan
heta ew satey yinfix fî alsurArabic
namênê gyandar le ansî û zikurArabic
hîçkes wekû min tûşî derd nekey
gîrodey ax û ahî serd nekey
kes negrênî wek min giryawim
řojî meḧşerîş piř eşke çawim
le řojî bûnim ta be mirdinim
nemxiward semerey sebir kirdinim
her be hîwa bûm ta lêy çume der
êstaş be hîwam ta řojî meḧşer
be gewreyî to ey xway asman
ke toy xelqindey cîn û îns û can
ta řojêk gyanim baqîye û mawim
le řêy yarimda fîda û pênawim
řojî qyametîş berokî egirim
be damanî ew firmêskim esiřim
dêwanezad nîm dêwaney leylim
şagirdî ’eşq û ustadî meylim
felek zerdim û cewr û cefakêş
meşhûrî ’amim be eḧmed derwêşPen name
nûsîm le goşey damanî dewran
te’rîxî emřo ẍerîb û nałan