bezmî řûtî

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  625 views
dełên helako carêk
deçête dewrî şarêk
dełê le çûk û gewre
herkes pêw waye çewre
de lîrey lê bistênin
diłî hejar meşkênin.
le binewe nardî pyawêk
leşar bigêřê çawêk
dêtewe dełê: aẍam
tewaw beşara geřam
bacder bar le ser lêwin
hî zor zil quř depêwin
dełê kê bote ḧacî
hezar lîreye bacî
kê lewan newîtirin
xow endazey bigirin
namewê çyan bimênê
casûs xeberê dênê:
xełk kemyan weřezin
her ḧacîn tozêk kizin
dełê ḧacyan tałan ken
ca werin bom beyan ken
casûs dê bepêkenîn
ke ey xanî ser zemîn
bezmêke bełam bezim
kes nema biłê ezim
kes agay lekes nîye
ferqî şêx û qes nîye
têk hełdane û şeře şeq
çiře û guře û çeqe çeq
hełpeřkêye sê ciřtî
serçopî ḧacî girtî
qazî goranyan dełê
memlî memo û sewzełê
xanî wişyar û zana
biłîmet le cîhana
dełê name ba řakeyn
şarêkî tir peya keyn
bezim bezmî řûtîye
hełpeřkêy nabûtîye
çyan nema lêy bitirsin
wa le xoşyan deřeqsin
bêne serman emane
řût agirî bê emane
qet yekêkman nahêłn
zûken becêyan bêłn