peşîmanî pîneye

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  596 views
řanke şiřêkim hebû
la buzguřêkim hebû
kułkey bizne şîne bû
piřî peřo û pîne bû
hemû řengî tyabû
kemtir şînayî mabû
nêfek teng û delîng fiş
her decûłam ciřuxiş
qoşîk lew dirawê lem
seryekim na zor û kem
řankêkî tazem kiřî
boxom endazem biřî
zor terz û řêk û lebar
nîwey çû nawî hejar
benyazî çoẍe û kewa
şewêk nustim, lexewa
řankî gorîn hate lam
paşî şew baş û selam
wek qereç û saznide
milî na le gaznide:
çaket le çawa nebû
key karî pyawane bû?
çend sałêk hewałit bûm
yarî řojî tałit bûm
ba tozêkîş diřaw bam
ba kemtir leber çaw bam
be pîne çarim hebû
kełkî hejarim hebû
bełam xot bilewez bûy
le dirûnewem weřez bûy
çûme lay bergidrû
kunbiř kiram be pinû
bûmewe řankî le nwê
westajin bemin denwê
were beşku bimkiřî
pêm xoşe to bimdiřî
îtir ewcar wek pêşan
nabme mayey ser êşan
***
witim řankî řegez şîn
kone hewałî pêşîn
toş wek hewałî miro
destim mebeste be diro
yarin be çewt û larî
çalakin le bê barî
wek to şiř û kun kunin
ser dostî bin dujminin
ke xomyan lê debwêrim
hî taze hełdebjêrim
dên dełên peşîmanîn
wek dîwte êste wanîn
wata pîne kirawîn
wek taze leber çawîn
***
şiřey kone hewałim
pêt wa nebê minałim
şiřê pîne werdegrê
çon weku saẍ ber degrê
çî be peřo û pîneye
małî kes nebîneye
pinû ke çwe ser buzû
lebîr naçê şiřbû zû
pînedar ’eyb dare
naçar bergî hejare