şîrin behare

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  862 views
biraym eḧmedî miḧamî ke be biley eḧeřeş menşûre, mamostay caşkekanî şêst û şeşe û carêk şîne û tawêk sûre û le nîştmanfroşîda destî hemû xaynanî le texte bestuwe û bedar le piştidanî bêganan qaçî kurdî gestuwe. be lawetî ke heway pyawetî leserî dabû şî’rêkî le jêr nawî «şîrin behare»da hondotewe ke zor şî’rî çake û cêgey xoy kirdotewe, bełam le dway ew, ke fêrî bêganeperistî û jyanî pestî buwe zor carî fermuwe «şa’îr bê barin!» çunke xoy barî pêşûy hełweşand û paşûy cûtey eweşand, leweta buwe be caş qerîḧey mibarekî her le dewrî arezûy bêganan degeřê û be bilwêrî dujminanî kurdistan hełdepeřê. şî’rî bo naye ke şîrin beharekey pêşûy bişwatewe. wa min be xêrî xom be gwêrey barî emřoy bom gořîwe:
şîrin behare, beharî şadan
xoşe meyxane û babołe badan
tazem zanîwe parey zor têda
gel firoştin û le řêge ladan
***
şîrin bot bikem basî cwanîm
xom le kurd gořî heta twanîm
êste nanxorî destî bêganem
carêk beẍdayî, řojêk taranîm
***
şîrin bitdîbam le «kafey şimşad»
çonim řa ebward serxoş û diłşad
nîştimanim da be wîskî û konyak
gwê nadem be kes, herçî badabad
***
şîrin, le beẍdaLocation degeł mina bî
serxoş řabwêrîn le «ḧemuřabî»
ewsa tê egey jyan çend xoşe
’eqiłit dête ser, îtir kurd nabî
***
şîrin le taran qesir û seyyare
dêmewe beẍda, dînar hezare
çîm lenan û doy pêşmergayetî
kê le kêw dejî řencî xesare
***
bijî bo pare, memre bo jyan
her mełê kurdim ta nekey zyan
le xişey dînar diłit nelerzê
lezet bo leşe newek bo gyan
***
şîrin bot biłêm basî nîhanîm
be bê hude çû jyanî cwanîm
min û kurdistan kuca merḧeba
bełam daxekem, be pîrî zanîm!
***
şîrin, ḧakim bûm destidar û twana
xoşî le diła, zêř le gîrfana
be heway kursî kurdayetîm kird
bo řîş egeřam simêłim dana
***
şîrin tobe bê leme bewlawe
kurd û kurdistan enême lawe
kê biłê kurdim eydem be girtin
azadîxwazî xeyałî xawe