demeteqey pîrot û bapîr

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  601 views
muşîr ’arf şekirî şikand û qewlî da ke le beharda kurdekan xelas deka, gałtem pê kirduwe, le dengî pêşmerge jimare «11»da çap kirawe:
p: bapîr etbînim keyfit zor saze
bi: pîrot dinyake řawe beraze
şitî wa ebyem kes neybîstuwe
wa dîsan muşîr şekirî fermuwe
p: ełê çî! adey bi: ełê ta behar
kurd etwênmewe wekû befrî par
p: ba bes bweřê ewe çwar sałe
her day’ebestê û nwêjî betałe
xozge ew daykey kerî hênaba
ledes mina ba û barim lê naba
boç le naw fesłan le behar gîre!
bi: behar beheştî nêre muşîre
çendêk teşrîfî berew mîsir kird
cuzyan pêwe kird le xişteyan bird
lay waye ewcar pêman ewêrê
le koşî xełka gwêzan dejmêrê
p: xo êjin kakey zor ḧałî şiře
leşkirî qiře û le mişt û miře
bi: ba têr bawbij le xoyan derken
meger ta payz herxoł weserken
pêşmerge xoş bê hezar hêndî dîş
boman bên, simêł enêne ser řîş
ew babeyan mird be caş û be fêł
kurdistan pîs ken tutke seg û dêł
p: ay hate bîrim, caşûle çonin!
bi: ketûne luşme û le şwên kay konin
seg kilkyan lê da silar ebnewe
nagene behar mirdar ebnewe
p: bapîr min ełêm ba bêne lay min
kay ’areb nexon bêne ser kay min
bi: eger têgeyban caşk nedebûn
berew topînî xoyan nedeçûn