demeteqey bapîr û pîrot

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  610 views
dujmin zorî şayî be fewcî miẍawîr bû ta le şeřî pênciwêna zor şipirze kiran. bew demeteqeye gałtem be miẍawîr kirduwe le dengî pêşmerge çap kirawe:
bi: mam pîrot kizî? p: lêm geřê bapîr
ełên papetî bûne miẍawîr
mar exon, agir enêne baxeł
mirîşk edzin wek řêwî û çeqeł
bi: pîrot bê deng be miẍawîrî çî!
pelkî pyaz û serî sîrî çî!
le pênciwên ewey beman kirawe
le hîç dewranêk wa řûy nedawe
dełek nedejya le paş miẍawîr
waquř epêwin bezaz û muşîr
p: dem xoş mam bapîr dyare heraye
bi: seyre lew deşte caş berhełdaye
tirumbêl nema bepaşû hełdên
zabit le şwênyan be pilar û cwên
yabay ’eskere û zeřînî caşe
řêwî miř buwe û laşe belaşe
muşîr nawî xoy le bîr çotewe
bezaz çawîlkey lê berbotewe
p: bîstûme be’sî dêne hawaryan
bi: le bîryan naçê derdî pêraryan
řemezanyan girt be leşî xawên
taze dên xoyan de’agir dawên?
her kesê carêk şeqî kurdî dî
ders werdegrê, ker nabê çîdî
p: yekê tirîş hes, biłêy boy bika
bi: ba keçeł derman serî xoy bika
wegyan to pîrot giştyan hełbistin
her xoman yek bîn pêman nawesin
p: diłit xoş kirdim, xoş bî mam bapîr
hey řeḧmet le to û neḧlet le muşîr