pyawî çî?
From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
2 minutes
1024 views
’ebdulkerîm bîruřay beranber be kurd xerap bû, diney hêndêk nûserî ’erebî eda ke basî twanewey kurd biken. bew şî’rane, ke le řojnamey dengî kurd çap kirawin, bîrî ewm řûn kirdotewe:
kurde to ’ebdî lelay min beşî nexurawî çî!
herzinî tałe bixo sawer û şorbawî çî!
řenicberî bêbeş û mûçey bejî çî û awî çî!
řût lesermaye bilerze cil û pêławî çî!
leserit derke xeyałat gezî çî û cawî çî!
xwêndinit bo çîye! zanîn çîye! her meyzane
medrese bo kuřî min, cêy kuřî to zîndane
xûy hezar sałete barkêşî lelay bêgane
nawî azadî lebîr xot berewe azane
kê betoy gut bibe şit! xwêndinî çî û nawî çî!
nemdenasîy berê, pêm wabû behêzî û piř sam
beynî xoman bê ke tom hatewe bîr lêt tirsam
her le tirsa bû heram kird û gutim kurdî biram
huner û kirdeweket êste ke řûn bowe lelam
petî em tirse pisawe! benî nepsawî çî!
sed hezar qaqezî xot hat û witit kurd nabim
nokerî pîşeyî pêşûme, minîş wek babim
le zemanî berê çon bûme, debê her wabim
şerte her kes witî kurdim le řêgey westabim
pyawetîy to emebû êste biłê pyawî çî?