demeteqey bayz û pîrot

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  777 views
serdemêk le ’êraqa hemîşe le naw şagird medresey kurdî sûr û zerd şeř û têkhełdan bû, îtir îstî’mar û dujminanî nîştiman le bîr çûbûnewe. minîş emem nûsîwe le kowarî «hîwa»da çap kirawe:
p: mam bayz řojbaş bi: ’ilîk alsilamArabic
p: eme yanî çî? bi: cîranî melam
p: nemdî dwên û pêr! bi: bexwa çûme şar
p: çit firoşt be xêr? bi: yek dû bare dar
p: nirxekey çon bû? bi: bote çwar qîmet
p: wek şekirit kiroşt bûyte bilîmet?
egîna çî bê nirxî darî teř?
bi: çon nirxî nîye? hetîw şeře û şeř
p: şeřî kê? bi: şeřî minałî mektew
p: gwaye minałî cûleke û ’erew?
bi: seła le ’eqiłit, xeyałit wirdin!
ewî lêk deden hemû her kurdin!
p: bayz wamełê! bi: deşłêm û watir
p: tuxwa were pêş têt bigem çatir
bi: çi bêjim! be xwa bûne dû deste
her dawêne yek be cwên û peste
yek dełê sûrim, yek ełê borim
yek ełê şînim, yek dełê zorim
yekê dełê qîř, yekê dełê mast
yekê ełê lar, yekê dełê řast
taçene şil bûn çeqe û cinêwe
em car şeře şeq eçê be řêwe
her dar beşane û her ser şikane
her xwên řijane û abřû tikane
pîrot bew xwaye le ban sermane
cwên webarane, şeq wexermane
p: bayz çîman dî û çîm çaw pê kewt
herçî eybînî gişt lare û çewt
witman em zułme le serman laçê
kurd îtir naçê yektir dapaçê
gişt ebin be yek xêłî caf û lek
řizgarman ebê we binûs û çek
nayełn aẍa wel yek bicengin
eyan ken wedas herçî tifengin
keçî wa’êjî mîrza û metkewî
watêk heł eden ew lem, em lewî
êjin her şitê bogenîw ewê
xwêy pêwe bikey firyay ekewê
bełam eger xwê bo genîw bibê
îtir em debê dermanî çibê!
xelîfey xoman fermûy kurd kurte
řojman beserbird bew wirte wirte
minîş wa eçim barêk dar ebiřim
çiş ser deşkênê, xo kełaş dekiřim