harun alirşîd

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  623 views
harun alirşîdPerson řojêk diłgîr bû
ew řoje řojî mergî le bîr bû
eywîst tê biga řojêk pêş mirdin
bo têgeyştû çî çake kirdin
witî: bom bang ken ce’ferî wezîr
ce’fer pyawêk bû be řa wu tidbîr
hat û kiřnûşî bo xełîfe bird
xełîfe fermûy: ce’fer destubird
binêre, sê kes, yekêkyan ticar
dûhem felaḧ bê, sêhem mosîqar
em syane bênin xoşt řaweste
bizanim kamyan tedbîryan řaste
hersêkyan hênan be hełedawan
be şipirzeyî geyne ber dîwan
xełîfe tund bû, byanûy pê girtin
hemû be ê’dam meḧkumî kirdin
bełam ew řoje heta êware
mołetî danê, paştir sêdare
ewan řoynewe êware dahat
xełîfe nardî dîsan ce’fer hat
cilyan lê gořî mał be mał geřan
řûy kirde małî ticar le pêşan
řwanyan ticar bêhoş lepewřû
lêy řakşawe wek nîwe mirdû
wityan: to hełse, ême derwêşîn
ciłewî qezat bo řadekêşîn
witî: lêm lade, wa min řaburdûm
selemim mawe bo ewe mirdûm
lewêwe çûne małî goyende
řwanyan bezme û qaqaye û xende
çûn lêyan pirsî: em bezme çîye?
boç binyadem nît wa ẍemit nîye?
witî: lêm geřên satêkim mawe
se’atêkî tir ’umirim tewawe
dinya xoşîye û çak beser birdin
ling bizawtinî pê nawê mirdin
emca çûne lay cûtyarî hejar
řwanyan bîst cût gay xistote kar
wek em dinyaye ta ser bimênê
wa be pelepel tow dadeçênê
pirsyan: xo to êware emrî
em şêf û werde taze boç ebřî?
witî: pêşûnyan bo êmeyan kird
ême bo neykeyn bo minałî wird?
eger emřo bê û min tow neçênim
mîlletekeman be çî bijênim?
min xom etwanim be dû nan bijîm
bełam xizmetî wiłat nekem çîm?
ewey ke xêrî bo weten nîye
be çî eyzanî ke dojmin nîye?