meymûn û dartaş

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  486 views
pyawêkî dartaş meymûnêkî bû
bo hemû îşêk legelya eçû
hogrî bûbû lay hełwestabû
meymûn şagird bû, dartaş westa bû
ke eyut: teşwê, zû boy ehêna
şeqey mişarî bo da’ehêna
řojêk westakey darî eqłaşt
carcare be pwaz lengerî edaşt
be tewr darekey eqłîşandewe
be pwaz le yekî eřewandewe
wextî nîweřo ke çû bo ser aw
meymûn hate cêy wek westay tewaw
xoy qît kirdewe û le cêy ew danîşt
kilkî xoy be şwên qiłîşda dahêşt
pwazî derhêna û kilkî pêwe bû
kewte qîj û hûř agirî tê ber bû
kilkî meymûnî tung tê çespîbû
qiłîşî cêy pwaz yekdigîr bûbû
meymûn ẍeşîm bû, bû be faqewe
eynałan be dem waqewaqewe
le waqey meymûn xełk gird bûnewe
çûne pêşewe lêy wird bûnewe
kilkî gîra bû le qiłîşî dar
řêgay nedebû kewtibuwe hawar
westa le tawa serawî nekird
hatewe pwazî lêda destubird
meymûn řizgar bû be kulemergî
bełam janekey geyştibwe cergî
meymûn çon ebêt be westay dartaş
bilbil û leqleq nabin be yołdaş
nagate paye merdî naḧsab
nan bo nanewa, goştîş bo qesab
qet řêk nakewn ḧuştir û qezazî
hewramî û swarî, mela û řimbazî