ew ’eşqe

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  777 views
ew ’eşqey legeł cinsî beşere
be heway nefse dwayî be şeře
xoşewîstî xwa ke be gyan bende
wek şerab heta kon bê pesende
ew sermestîyey ke le řoḧa bê
dił awa eka herçend řûxabê
ke yadî xuda hate diłewe
be soz û nałe û coş û kułewe
jengî dił legeł firmêskî çawa
pak ekatewe û eyda be awa
dił pak bêtewe û jengî nemênê
’erşî kirdigar yekser ebînê
hay lew xoşîye û lew lîqay xwaye
sełtenetêkî ewtoy têdaye
şah be sepanî xoy řanagrê
em řûy zemîne be filsêk nakřê
enca ba xawen payey cîhanî
bitwanê şanêk bida le şanî
ewaney kewa be mesned bayîn
legeł «çerx» gořa gişt «çerxî» bayîn
xwaye şukiraney to tewaw nakem
le sayey towe min ew bê bakem
ke em feleke pêy dełêm welek
şekirî çayîşim buwe be «belek»
her le jûrewem hawîn û zistan
herçî azaye bom bête meydan
cilî hawînem gořî zistane
ewîş hî xełke wa pênc sałane
zor cil û bergî taze ebînî
leşî leşpîsî têda nehênî
ke merg ew bergey lê ekatewe
«tateşor» leşî pak ekatewe