ew xwa pêdawe

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  563 views
ew xwa pêdawey birsî newaze
legeł firîştey ’erşa hamřaze
bitewê legeł xwada xerîk bî
ebê le pyawî bedkar terîk bî
wirya be, wek kwêr beřêda meřo
dawî şeytan û çał zore bo to
le jêr seqfêkda kołekey nîye
ke řûxa, řûxa, řûgîrî çîye
em seqfe kone bê kołekeye
legeł kołekey toda takeye
têbge řêgey dûrit lebere
çake bo ewla twêşûy sefere
xwa fermûyetî řêy çake bigrîn
bo êmeyetî ke dwayî emrîn
egîna leber pêẍember nebê
çe êḧtyacî be ême ebê
barî gunahman ke kewte serşan
naçarîn ebîn be kerî şeytan