nałey pîrî pîran

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  597 views
řehnumay gumbûy herdey hewayî
elektirîkî telî bînayî
řêm lê şêwawe û girdenşînim
bînayîm lêłe û toy pê nabînim
řêgam nîşan de padşay bizurg
gurgî bozit kird be delîl bo turk
«yunsPerson» t le naw zigî masîda
jyan û çiray lîqay xot pêda
ew «la ئیلاە îla enitArabic» ey wit
bezeyît pya hat řeḧimit boy bizût
min le ezełda emem kirde ber
boye baweřim kird be pêẍember
naşmewê bibim be firistadet
tenha serxoş bim be neş’ey badet
hoşêkît dawmê ke dinyam newê
xoşewîstî tom eger berkewê
ba wicud qehirit pyaw desûtênê
kełkî xwardinî xoşî namênê
qey naka îtir hîçî xoş naxom
tenha meylêkî xot binêre bom