munacat - nałey pîrî pîran

temûzî sałî 1937
From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  495 views
xwaye hawarim tenha be toye
to nebî ’alem be çił û çoye
dû bałim berê ke pêy bifiřim
bałî dû teyrî neḧsî pê bibiřim
yekem: kolarey tema’î negbet
dûhem: sîsarke keçełey şehwet
eger em duwanem twanî bał şikand
nêçîrî merdîm le dinya fiřand
xo eger herwa em duwanem swar bê
ebê nawî min kerî jêr bar bê
xwaye wa min xom tema’im nawê
fermû ew wazim lê bênê tawê
řû bikate şwênêk ke ewyan ewê
şew û řoj diłyan bo ew nesrewê
tema’ pareyan pê ko bikatewe
heta le toyan dûr exatewe
leber merg ḧałî dinya egořê
xo dyare pare naçête gořê