yadî «meḧmûd paşay caf»

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  520 views
wadey xêłe û xwar êlî cafanen
demî germesîr deştî şîrwanen
le birakanim kesyan nîyen yar
wek caran swar bin bo řaw û şikar
hana, birayan şwên nadyarim řo
sê piłing heybet şêr şikarim řo
sê şahîn, sê baz şîrwanî mawa
felek le zoryan kewtibuwe dawa
ay silêman beg ’edałet pîşe
le dêwî kêwî qaf bê endîşe
ew şořesware zînetî zîne
ew ḧatem hîmmet serḧednişîne
çabuk swarî be naw û daw bû
le şîrwaneda hat hatî řaw bû
êsta nadyar ser řûy bîsate
le dway ew ’eşret řûy le nehate
hêcgar fetaḧ beg ew řostem řenge
ew pîleteney şêwe nehenge
ew şabaz hîmmet ew heło qîne
ew şan û bahu ew sehmigîne
sertapa biłind wêney feramurz
ehate lerze le ne’rey elburz
ewî tya nîye deştî şîrwane
boye le lay min çoł û wêrane
ax bo qadirbeg dostî mewlewî
gerdinkeçî bûn şêrî ser zewî
her ew zanîwye şînî bo bika
her beytêk camêk firmêsk le teka
xanman xerîk şîn û haware
daxî fetaḧ beg leser gişt bare
ax lał bim le kwên şoře swaranyan
bêdeng û aheng gelî yaranyan
bew xwaye felek ger biray emird
be nałe dinyay herasan ekird
destî ne’eçû be mergî cwanman
wêran nedebû cêy xan û manman
xoy kesî nîye û cergî bê êşe
mergî merdanî kirduwe be pîşe