ḧefse! behare guł geşayewe

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  537 views
ḧefse! behare guł geşayewe
awî karêzî şerîf jyayewe
hařehařî aw, xwêndinî bilbil
sed bar pîrîş bî şewq eda be dił
çwale gułî kird, erxewan sûre
hêşta pişêwî le naw şar dûre
gułałe sûre bûkî behare
minîş bo bûkêk diłim daẍdare
befir û hełekok le min qewmawe
guł be tofîqî hewlêr birawe
ta to û «fehîme» xuş bin min herwam
ba wicûd heta demirim be temam
neyse bêynewe ser basî behar
wa sewz bû sêw û hełûje û henar
şing û hełekok pirçyan dirêj kird
hêndem pêşok xward kellemî gêj kird
darêkî zorim kird be bêłekan
eydem be êwe bo bin gozrwan
wa be xilexil nîsanekeş hat
çarşêwî sewzî poşêwe wiłat
sî û cigerî zistan dełên zor çake
bin tuwekeşman małîwe û pake
şîş û miqełî û agirim danawe
tematey sewzî parîşim mawe
piştemeẍze û dûg, gurçîleş dênim
herçî bîfřênê qołî deşkênim
benguke û pyaz û kewer û terxûn
legeł behara hemû peyda bûn
sertiwêjî mast û penêrî taze
hemû beẍdad boy awatexwaze
ax a em bezme be towe xoşe
êwey tya nebin bêtame û boşe
şayî newrozim kird be naw û daw
êwe dyar nebûn lêm bû be zûxaw
tuxwa û pêẍember besye ẍerîbî
ew ’umre xoşe legeł ême bî
wa be şwêntana xom dême ewê
lam waye mîrza minî xoş ewê
eger teşrîfî bêtewe êre
ewanî êre ebne gay gêre
le sayey xwawe le karayn, zorîn
mîrza gewre bê xoş řa’ebwêrîn