bo meḧmûd’aẍa

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  502 views
ax ax û dax dax, wey wey û řořo
her heşt be carêk lêm hatûne so
ay meḧmûd’aẍay swarey me’îyet
simêł babřî besam û heybet
bewefa û namûs, pyawî qedîm bû
bo wezîranî pêşû nedîm bû
daxekem ême qedirman nezanî
hetaku ecel firsetî hanî
baweřim nîye pyawêkî weha
lem zemaneda bêtewe dinya
bo te’rîx ewey ke cergî daẍe
ełê ah sed ḧeyf bo meḧmûd’aẍa