bo kuçî dwayî «mela efendî»

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  681 views
aynî îslam derî xistuwe
dway mirdin gyanî welî zînduwe
welî sifatî xuday têdaye
na’bî nebî û le bend řehaye
be hîdayetî xuda meḧfûze
nebî me’sûme, welî meḧfûze
sîfetî payey welêtî syane
’îlim û edeb û zikirî subḧane
cige lewey ew babî hejar bû
çake û bexşendey hezar hezar bû
nîwe şî’rî dway te’rîxî xişte
wa midirsey milay hewlêr bihşite