mizgewtî xurmał

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  556 views
çûme mizgewtî xurmał be giryan
ax řojî řeş û wêran û ’uryan
tehlîle buwe be çeke û kewan
řêzî bestuwe espêy mirîdan
her małî xwaye û ebrê be tałan
***
asarî konî îslam řûxawe
be całcałoke mînber tenrawe
îmamî mîḧrab kûlekey awe
pêxefî konî tya hełçinrawe
xełk leber bêgar hatûne aman
***
dewrî esḧaban sê mizgewt kiran
yekêk le «nigił» duwem le «kirman»
sêhem le xurmał serçawey kurdan
her sê asarî ewłay homeran
asarî fexre bo dewrî ewan
***
sułtan selîm goy şahî birdewe
qubbe û minarey taze kirdewe
qełayekî kird bew sergirdewe
serberzîy xiste qewmî kurdewe
şêx bû be wars bo mułkî ewan
***
ke şêxan tobey mirîd da’eden
ełên «destizenî» małî kes meken
bełam ke xoyan mirîd řût eken
mekeyan bo nîye swałkerî «mekken»
mułkî xwa û sułtan kewte dest ewan