bo «perwîn»

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  608 views
xuşkegyan perwîn! estêrey asmanî
ke çaw hełdênî û hełdêy ewendey vînos cwanî
le pelkî «ayşê û fatme» dîlanît bo heł exem
be peyjeyî ’îsada le asmanit ser exem
firîştekan dêne lat ke wextê xot nîşan da
řayankêşere xwarê be řêgey kakêşan da
deba le naw kurdanda «belkîsPerson» êkîş peyda bê
beşku textî silêman be hoy towe awa bê