goranî

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  610 views
be boney gêřanî ahengêkî ser şanoyî ke qutabyanî zanistî le sałî 1932da gêřawyane:
diłekem ẍemgîne, diłekem ẍemgîne
eger ẍemxiwarî were bimbîne
xwaye ew diłet to boç da be min
’eşq û ḧeyatim lêk bûn be dujmin
’eşq ẍemî ewê û ḧeyatîş xoşî
agir le diłda çon dadepoşî?
barî ḧikumet le cestem bare
diłîş be tîrî yar birîndare
dewrî řojgar gerduşî bada
ba be bade ẍem bideyn be «ba» da
ke ẍem emxate ḧałî bê hoşî
naçar dest ekem be badenoşî
destigîrîm bike ey yarî şebgerd
be peyamî yar le dił derke derd