bo sanḧey emîn zekî

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  426 views
estêreyekî geş be zyay mangî bedrewe
ser goyje kewt û bo wetenî wek mangeşewe
esłî le nesłî qutbî şimałe be řewşenî
herwek bêçuwe qutbe merkezî «zura’ nişînî»
çend sał le xwam ewîst le kiçanda yekêkî wa
lem xake hełkewê û be zeka bête cêy hîwa
wa em hîwayeman hate dî zor be diłxoşî
cinsî letîf û şî’rî sinûḧatî diłkeşî
ey sanḧatî zadeyî teb’î wiłatekem
nûsînî řûnî toye xełat û beratekem
guł xenderanî bawkit û min cwan ekeytewe
em ḧusin û ḧîsseye girewî pê ebeytewe
bawkit ke wêneyekî tirî nayete cîhan
pêy xoşe to ke têpeřî le nûrî nîştiman