be nawî «kwêxařemezanî wirmizyarî» yewe witûyetî

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  374 views
bewem zanî ke ahim karîger nabê be řoj û şew:
henase hełdekêşim lekkeyek naxate ser řûy ew
be xwênřêjî le asman têpeřî yarim be dił nebřê
temaşaken: ke tîẍ xwênê eřêjê xoşî xwên eygirê
leber řojû ke lêwit wişk û tînûy ḧesrete bo dił
bełam demirim bibînim lêw be lêwî toye kasey gił
le bê şîrînîya dem tałe xełk, «datlî» nema lay kes
be«xanim kupegî» û «qadîn budî» min serfirazim bes
emend lam xoş bû xanim kupegî êstaş be tamî ew
be xulyay pîrezawayek xewî şîrîn ebînim şew