xozge

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  586 views
xozge tefrey wam bîr ekirdewe
çaw û diłim pê řûn ekirdewe
dił egrî leber derdî tenyayî
çaw egrî leber nûrî bînayî
xwaye emane to wat lêkirdin
nazanim boçî bem derdet birdin
boç ew afetet nîşan da be çaw
çaw şirîxey kird le dił û henaw
wa danamirkên em dû minałe
gîzegîzyane wek zerdewałe
ełêm giřoz bûn ba byandem bew
ax xoy diłřeqî wer’egrît lew
dartaş ke cerde teşwêkeyan bird
eyda be serya û bêdadî ekird
bo ewey nebû teşwêkey eben
eyut: řenceřom demesûy eken!