beytî tirxêne

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 3 minutes  924 views
sał û ’eyaman ke etut: zistan
ebû be befir û zuqim û řêbendan
ke befir ebarî ta piştêney pyaw
ne etwayewe be tînî hetaw
der û jûr bîst řoj řêga ebřa
mel û canewer eçû be qiřa
kew û kotir û dał eřjane şar
le bîrme kewm egirt car be car
ay lew xoşîye ke le naw befra
kewm egirt û emkird be hera
goşt û daru û mast êcgar qat ebû
beşew em şare kiş û mat ebû
hawîn zexîrey zistanyan exist
małî tifaqyan ehate nuşust
qawirme lecêy goşt da’enra
be keşk tamezroy dokułîw edra
be letkehermê dem teř ebuwewe
be xoşaw tirê le bîr eçuwewe
gełamêwî wişk bo yaprax nebû
bo xeney bûk bû ke edra be şû
doyney beyanyan çend mizir û xoşe
be kewçkî dar têr hełîluşe
enca le batî sewze û mîwey teř
şêlmî tirxêne xoy exsite geř
wa hatîne ser beytî tirxêne
ke tirxêne hat hełîquřêne
yekem «ḧisinArabic» e dû «sîّ’eArabic» ye
le naw ’erebda dû bid’e heye
bo ’en’eney kurd tirxêne û êste
biłê «sîّ’eArabic» hîç lêy meweste
çunke êstake be çiley zistan
hemû sewzeyek dête ber destitan
le batî şêlim, siłq û sipînax
legeł «enkenaz» bîke be yaprax
hemîşe goştî taze û mast ḧazir
keşk û qawirme çî lê bikem îtir
ke xwa fermûye: «liḧmaً tirîhArabic»
dyare goştî wişk le tam berîye
kewabê şêlmî genîw çî lê bikem
gwê řagre beytî tirxênet bo bikem:
şêlim û biřwêş têk heł’eşêlrê
çałêkî qûłî bo heł’ekenrê
lew çałedaye heta etirşê
kirim û giłxorkey tê ewrûjê
bore zelamêk eçête nawî
paw û pil kułkin, qul kiřêşawî
tya hełdepeřê û berz ebêtewe
ta pêy ew çiłkey lê ebêtewe
enca degenê wek de’bay topîw
diktor bîbînê eyxate naw şîw
ke deryan hêna destî neşoraw
eykat be topeł be sûrî hetaw
carcar bew destey ke çiłim esřê
tirxêne exwa û nawiskî egřê
her çend ke bêzûş be tirşî eka
leber bogenî nawçaw girj eka
şêlim ekirojê xirmey dê wek gya
laske şêlmî lela wek lubya
le lacangîda espê derdênê
legeł tirxêne hełyeflîqênê
lalẍawey piř le kef û biřwêş
ser û potełak wek pirçî derwêş
çîẍêkî konî piř le çiłk û toz
ke bo karegel kirabêt be koz
deybene serban lewê hełyexen
sifre bo mar û mêrû řa’exen
ke řeşeba hat tozî mîz û gû
eřwanî begij tirxêneda çû
çunke hawîn xełk şew le serbane
cêy mîz û guwe wek edebxane
qeynake tozêk tozî lê nîştiwe
pîşey qedîme ke becêy hêştiwe
nawizgî ême lew paktir nîye
le zigda ferqî pak û pîs çîye?
eme tertîbî tirxênemane
boç pêy ne’awsê zig wek hemane
’en’eney wa qoř ’emrî nemênê
ba şêlim be tirş lecêy bixiwênê