kehanet

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  560 views
herçî pêẍember xeberî dawe
le basî karî dinya û ’uqbawe
fermûy nîşaney têkçûnî cîhan
bê baweřîye û ze’îfîy îman
zorkem emênê nwêj û cema’et
le emanetîş eken xyanet
’îzzet eçête lay pyawî załim
qedir û îmanî namênê ’alim
birew esênê şerab û qumar
mał giran ebê le şar û bazař
kuştin û dizî û tałanî û diro
feqîr û hejar dexate řořo
dewłemend zekat naden be îḧsan
řastî namênê, zor ebê buxtan
goranî sûk û qisey nařewa
pesenditir ebêt le zikirî xwa
pyaw be emrî jin eçêt beřêwe
le meclisida nan exon be pêwe!
pyaw da’enîşê û jinan egeřên
şerim namênê jin û pyaw hawřên
dayk û bab qedryan lay kuř namênê
kes le mektebda qur’an naxwênê
pît û bereket eřwa le erzî
kuř û kiç pêk dên le řûy bê ’erzî
eme nîşaney axir zemane
wadey decał û fîtney şeytane
le tem û dûkeł dinya piř ebê
kes gwê le emrî çake nagrê
le sê cêgada zewî řo eçê
le nehîy ’alem nehî ekirê
řeḧim û bezeyî lay kes namênê
herkese beşî xoy efřênê