leser berdêk hełoyek hełfiřî kewte hewa bê ẍem

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  508 views
leser berdêk hełoyek hełfiřî kewte hewa bê ẍem
be bayêkî ẍirurî bayî bû, ta kewte ser ’alem
be bayêkî xeřo bayî bû, êcgar xoy biłind zanî
peřî gîv kird û bałî lêk eda hetakû eytiwanî
ke kewte ’alemî xulyawe, seyrî kird hemû dinya
le jêr bałî ewaye, her ewe lew ewceda tenya
witî: emřo lemin beriztir, le ewcî ’alema kêye?
kurey erzim le jêr pîdaye, kes nagate ew cêye
eger mêşûleyek bêt û bicûłê nabê neybînim
leser şepqe û serî egirin peřêkî bałî řengînim
xulase hênde fexrî kird û xoy bînî le nixiwetda
kemanêkî qeder tîrêkî hawîştê le ẍefłetda
hênaye xwarewe xwar û zelîl lew berzye lerzî
sefîl û diłbirîndar kewt, lew xak û xwêneda gewzî
ke seyrî kird peřî xoy bû le naw ew nûke peykane
witî: xoman be xomanî ekeyn, bê sûçe bêgane
beřastî, řast eka «si’dîPersian» ke min hergîz le bêgane
gile nakem ke herçî pêm eka xoye û le xomane
dełêyn diłman le yek pake, biray dînîn le yek neslîn
keçî çawman be xêrî yektirî hełnaye keçbînîn
heta key çawî ’îbretman le giłda bêt? xwa çarê!
ḧekîm her toy, be xêr çawman hełêne, bêyne baw carê