germay hawîn

le sałî 1941da be nawî «bałanteranî»yewe witûyetî
From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  751 views
hay germay hawîn, hay germay hawîn
qirçey tê xistîn be tewjim û tîn
řeşeba dîsan lêman kewte qîn
ne baẍî hêştîn, ne guł, ne perjîn
hanaman be to xway «jyan» û «jîn»
***
«lidusTurkish» y nawe lay turk řeşeba
legeł peyda bû neş’ey xełk eba
texteqrusî wek dêłebeba
esûřêtewe xew û xwên eba
be bonî pîs û be xirû û gezîn
***
guł û gułałe kewtûne pestî
bilbil wadyare marî xar gestî
ne nałey dyare, ne seday hestî
řêy řawemasîş mereze bestî
werin be şînî behar têr bigrîn