qelender

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  773 views
derdî giranî giranîy kem bû
sebûnî çiley sûkî bo ẍem bû
henasey sardî demgermî germam
îtir nakewme cêy germa ger mam
ełên hûdře lem şarezûre
kerî xistuwe lem şarezûre
hawîn hawdemî mar û dûpşikîn
le beşî jara xêwî dû «pişk» yin
ay bo tavgekey ser řêgay bełxe
ew awe sardey bêqewze û bełẍe
hî waşman heye be yadî mestan
jûrî zistaney lê buwe be kwêstan